Li Amedê 6 milyon tayê kinifê hatin bidestxistin
PeyamaKurd – Li bejahiya navçeya Hazroyê ya Ameda bakurê Kurdistanê di encama operasyoneke cendirmeyên Tirk de li 42 deverên cuda 6 milyon 56 hezar û 586 tayên kinifê û 530 kîlo esrar hatin bidestxistin.
Walîtiya Amedê derbarê bûyerê de daxyaniyek da û hûrgiliyên operasyonê ragihand.
“Roja 3yê Îlonê encama operasyonê Tirk de li 42 deverên cuda 6 milyon 56 hezar û 586 tayên kinifê û 530 kîlo esrar hatin bidestxistin. Herwiha ji bo avdana kinifê 4 hezar û 750 metre xortuma avê, motora avê û regulator hat bidestxistin.”
Di daxuyaniya wlîtiyê de hatiye destnîşankirin ku ev rêje, zêdetirîn rêjeye ku di van salên dawiyê de di heman operasyonê de hatiye bidesxistin û madeya hişber hatiye tunekirin.
Herwiha hat zanîn ku hêzên ewlekariyê li 24 kesan geriyane û ji wana kesek hatiye desteserkirin.