Kurdistan
Li Amedê zilamekî jina xwe kuşt
PeyamaKurd – Li bajarê Amedê li navça Rezan zilamê binavê O.Ç.(37) di malê de bi jina xwe Ayfer Çakmak (32) re munaqeşe kir û di encamê de bi tivinga nêçîrê jina xwe kuşt.
Kuştin, do êvarê li taxa 5 Nîsanê qewimî. Li ser zêdebûna munaqeşa navbera jin û zilamî, Ayfer Çakmak xwest bireve lê li ser derencê zilamê wê O.Ç. bi tivingê ew birîndar kir.
Dema polîs û tîmên tenduristiyê gihan ciyê bûyerê dîtin ku Çakmak jiyana xwe ji dest daye. Cesedê Ayfer Çakmak ji bo otopsiyê birin morga tiba edlî ya Amedê.
Polîs kujer O.Ç. bi tivinga wî ve girt, ew xistin bin çav û lêpirsîn dewam dike.