TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li bajarê Semsûrê romorka titûn barkirî wergeriya: 8 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 05 îlon 2026 16:02

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li gundê Kulaf Hoyukê romorka tije titûn, dema di rêya xwe de diçû, ji nîşka de wergeriya û di encamê de 8 kesên di romorkê de birîndar bûn.

Li ser rûdanê tîmên tendursitiyê dema çûn ciyê rûdanê, birîndarên karkerên titûnê yên bi navên Mahir F., İbrahim B., Aide B., Dalie F., Abdullah G., Sami B., Ali B. derman kirin û paşî wan birin nexweşxana lêkolînê û perwerdê ya bajarê Semsûrê (Adıyaman).

Li ser sedema wergandina romorkê lêpirsîna cendirmeyan dewam dike.

Parve bike: