TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Basûr boykota jêbirina TVyên rêzefîlmên tirkî diwesînin

Admin H
Nivîskar
📅 12 mijdar 2019 01:02

PeyamaKurd - Li Başûrê Kurdistanê piştî boykota berhemên Tirkiyê niha jî boykota jêbirina kanalên televizyonê yên drama û zîncîrefîlmên tirkî diweşînin hat destpêkirin.

Welatiyên Başûrê Kurdistanê li ser tora civakî ya Facebookê li ser grubeke zêdetirî 300 hezar kes endamê wê hene ragihandibûn ku roja 11ê Mijdarê boykota jêbirina kanalên rêzefilmên tirkî diweşînin dest pê dike û boykot heta 22yê Mijdarê berdewam bike.

Beşdarên kampanyaya boykotkirina berhemên Tirkî heta 11ê Mijdarê dem dabûn wan kanalên li Kurdistanê weşanê dikin û zincîreyên tirkî diweşînin.

Boykota berhemên Tirkiyê piştî êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê li Başûr dest pê kir û heya niha rastî eleqeyeke mezin tê.

Parve bike: