Kurdistan
Li deriyê Hacî Omeran ê ligel Îranê 41 kîlo madeyên hisbir hatin girtin
PeyamaKurd - Rêveberiya giştî ya nehiştina madeyên hişbir a Herêma Kurdistanê ragihand ku li deriyê navdewletî yê Hacî Omeran dest danîne ser 41 kîlo madeyên hişbir û 2 kes jî hatine binçavkirin.
Rêveberiya giştî ya nehiştina madeyên hişbir bi daxuyaniyekê ragihand, “Doh li deriyê navdewletî yê Hacî Omeran, ji aliyê asayîşa Hacî Omeran a ser bi rêveberiya asayîşa Soranê ve 41 kîlo madeyên hişbir a cureya tiryakê hate girtin.”
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku li gel girtina madeyên hişbir, du tometbar jî hatin girtin ku yek ji wan xelkê Îranê ye û yê din jî xelkê herêma Kurdistanê ye.
Hat eşkerekirin ku wan herdu kesan madeyên hişbir bi awayekî şarezayî di nav otomobîlekê de veşartibûn.