TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê 65 mamosteyên Kurd ji kar hatine avêtin

Admin H
Nivîskar
📅 22 berfanbar 2021 21:57

PeyamaKurd - Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê eşkere kir ku ji dema dagîrkirina Efrînê ve heta niha zêdetirî 65 mamosteyên Kurd ji karê xwe hatine dûrxistin.

Li gorî ragihandina rêxistinê, ji 18ê Adara 2018an ve heta niha, hêzên Tirkiyê û komên çekdar bêhtirî 65 mamosteyên Kurd ji karê wan ên li dibistanên Herêma Efrînê dûr xistine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê daye xuyakirin hejmarek mamosteyên Kurd li Efrînê neçar bûne di jêr serdestiya komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê de dest ji mamostetiyê berdin.

Herwiha hêzên Tirkiyê û komên çekdar, li şûna mamosteyên Kurd ên xelkên Efrînê, kesên koçberên hawirdekirî danîne, ku gelek ji wan bawernameyên wan ên fermî jî nînin ku waneyan bidin.

Li gorî daxuyaniyê, roja Yekşema borî, wanedan li dibistana (Narîn) a Kurdên Êzidî rawestandine, ew jî bi behaneya ku ew dibistan hizrên dijberî ola Îslamê belav dike.

Parve bike: