TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Efrînê tenkereke sotemeniyê hat teqandin

📅 08 nîsan 2020 13:44

PeyamaKurd - Li nava bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê tankereke sotemeniyê hat teqandin.

Çavkaniyek ji bajarê Efrînê ragihand, li taxa Eşrefiyê îro danê sibe saet 08:00 tankereke sotemeniyê hat teqandin.

Li gor zanyariyên destpêkê, ziyanên canî çênebûne û ziyan tenê madî bûn.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve di 18ê Adara 2018an de rewşa ewlehiyê bi yekcarî têk çûye û her car teqîn li Efrînê rû didin û welatiyên sivîl dibin qurbanî.

Parve bike: