Li Erbîlê Forûma Perwerdeyî ya Kurdistanê ya 4.em dest pê kir
PeyamaKurd – Wezareta Perwerdê ya Herêma Kurdistanê her sal ‘Forûma Perwerda Kurdistanê’ li dar dixe. Îsal jî bi navê ‘Perwerda Nûjen, Şiyan û Kalîte’ Forûma 4.em ya Perwerda Kurdistanê (KEF 2026), dest bi xebatên xwe kir.
Di roja yekem ya Forûmê de, di çarçova vizyona pêşdebirina sektora perwerdê de, platforma dîjîtal ya bi navê ‘Qutabxanekem’ ya ku bi serpereştiya serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî dewam dike, hat danasîn.
Zîrwe, îro dest pêkir (30 Temmûz 2026). Di zîrwê de rayedarên hukumetê, nûnerên dezgeyên navdewletî, rektorên zankoyan, pisporên perwerdê yên cîh û navdewletî amade bûn.
Wezîrê perwerdê yê Herêma Kurdistanê Alan Heme Saîd di vekirina Forûmê de axifî û got ku dîjîtal platforma bi serpereştiya serokwezîr Mesrûr Barzanî dest pêkiriye, ya bi navê ‘Qutabxanekem’ ji bo sala nû ya Perwerdê û Fêrkirinê amade ye.
Di çarçova zîrwê de, di panelên ku hatin li dar xistin de, bi tevlîbûna şêwirmendên encumena wezîran û Weqfa Alîkariya Barzanî (BCF) behsa mijara ‘Ferqiyeta Hawirdoriyê’ hat kirin.
Yek ji mêvanên balkêş wezîrê perwerda Sûriye Dr. Muhammed Turko bû ku pêşkêşiya mijara standardên kalîta sîstema perwerdê ya welatê xwe û zahmetiyên ku di asta kureyî de rû bi rû ne, kir.
Di zîrwê de, piştî nîvro pisporên UNICEF, UNESCO û Royal University of London û rektorên zankoyên herêmê hatin cem hev, behsa şiyanên mamosteyan yên nesla nû û stratejiyên inivasyona perwerdê kirin.
Forum dê 2 roj dewam bike û di roja duyê de (31 Temmûz 2026), di perwerdê de akreditasyon, ewlehiya kalîtê, sîstema perwerdê dê çawa li gor pêdiviya bazarê li hev bînin, dê mijarên wan bin. Şêwirmendên ku ji Îmaratan tevlî bûne û yên navdewletî wê modelên perwerdê û tecrubeyên xwe bi tevlîneran re parve bikin.
Forûma Parwerda Kurdistanê siba dê piştî nîvrojê dê bi axaftina wezîrê perwerdê yê Kurdistanê bi dawî bibe û dê encamnameya forumê bê ragihandin.