Li Îdareya Raperînê ya Pîsderê, tonek dermanên qaçax hatin desteserkirin
PeyamaKurd-Ji aliyê Asayîşa Raperînê ve hat agihandin ku îro, li sînorê qezaya Pişderê ya îdareya Raperînê, kesek bi tometa anîna dermanên qaçax hatiye desteserkirin. Hat ragihandin ku tonek dermanên ku hatin desteserkirin jî hatin jinavbirin.
Beşa ragihandin û pêwendiyên Rêveberiya Asayîşa Raperînê, bi rêya daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê qezaya Pişderê, hêzên asayîşa sînorî, dest danîne ser 170 kîlo dermanên bijîşkî yên ku bi qaçaxî ji Îranê hatine hanîn û bi rêya sînorê Kêlê, xistine sînorên Herêma Kurdistanê. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku li gorî madeya 194an a gumrikê, kesek bi wê tometê hatiye girtin û derman jî radestî Gumrika Pişderê hatine kirin.
Hat zanîn ku li aliyeke din jî li sînorê qezaya Pişderê, tonek dermanên bijîşkî yên dema derbasbûna embaran û li dermanxaneyên nav bajarê Qeladizê jî hatine desteserkirin.