TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kerkûkê ji bo daxwaza kar xwepêşandan hat kirin

Admin H
Nivîskar
📅 07 mijdar 2026 15:30

PeyamaKurd - Komek ji welatiyên Kerkûkê li dijî binçavkirina ciwanên xwepêşander û nebûna derfetên kar çalakiyeke girseyî lidar xistin.

Xwepêşandêran daxwaz kir ku ciwanên ku hatine binçavkirin demildest bên berdan û tedbîrên pêwîst ji bo zêdekirina derfetên peydakirina kar li bajêr bên girtin.

Welatiyan ji bilî azadkirina hevalê wan Mihemed Nîzam, daxwaza parastina şirketên bajêr û çareserkirina pirsgirêka bêkariyê kir. Ciwanan diyar kir ku tevî daxwazên wan ên rewa, aliyên peywendîdar guh nadin dengê xelkê bajêr û ev çalakî ji bo bidestxistina mafên wan hatine li dar xistin.

Parve bike: