TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Kurdistanê her roj agir bi çend deran dikeve

Admin M
Nivîskar
📅 29 hezîran 2019 01:35

PeyamaKurd- Li navçeya Nurdağı ya bi ser Entabê de, agir bi zeviyên ku hatibûn çinandin ket û ji zeviyan agir ber bi daristanê de çû. Şewat li dora wextê êvarê derket û ji navenda navçeyê 12 km dûr e. Agir bi 10 hektar daristanê ket û ji hewa û ji bejayiyê de mudaxele bi agir hat kirin.

Kesên ku dîtin agir bi daristanê ketiye xeberê dan rêvebiriya îtfaiyê û daristanê. Tîmên her dû dezgeyan di hevre mudaxele bi agir kirin. 15 arazoz,5 tankên avê,makîneyên kar yên şaredariya Nurdağı û karmendên rêvebiriya daristanê mudaxele kirin. Ew ne bes bû ku 2 heb helikopter ji jor de mudaxele kirin heya karibûn agir vemirînin.

Li der û dora ciyê şewatê tedbîrên asayîşê dewam dikin û bo sarkirina zemîna ciyê şewatê xebat hêjî dewam dikin.

Parve bike: