Kurdistan
Li Licê minibus wergeriya: 2 kes mirin 12 kes birîndar bûn
PeyamaKurd – Libajarê Amedê li navça Licê minibusekî wergeriya û di encamê de 2 kes mirin û 12 kes birîndar bûn lê rewşa 4 birîndaran xerab e. Hat ragihandin ku rêwiyên di minibuısê de bûn ji bo nîşanê diçûn bajarê Mûşê.
Wergerandina minibusê li ser rêya navbera Pasûrê û Licê de li gundê Karahasanê qewimî. Li ser qezayê tîmên tendursitiyê, cendirme û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê.
Di kontrola tendursitiyê de 2 kes li ciyê wergerandinê mirin û 12 kes jî birîndarin. 4 ji wan rewşa wan xweş nîne.
Birîndaran şandin nexweşxanên li bajar û navçên nêz yên li der û dorê.