TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Çaldiranê erebeyekî wergeriya û 5 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 22 nîsan 2026 23:02

PeyamaKurd – Li bajarê Wanê li navça Çaldiranê (Çildêran) li gundê Ayrancılarê otomobîlekî wergeriya jêr û di encamê de 5 kes birîndar bûn ku 2 ji wan zarok in.

Tîmên pêwendîdar yên tenduristiyê, îtfaiye û cendirmeyan çûn ciyê bûyerê, birîndaran ji otomobîlê derxistin û wan bi ambûlansan birin nexweşxanê.

Li ser qezayê lêpirsîna ciyên pêwendîdar dewam dike lê nehat ragihandin ku rewşa birîndaran çawaye.

Parve bike: