TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li navça Şemzînanê minibus qeza kir û di encamê de 11 kes birîndar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 19 gulan 2026 21:39

PeyamaKurd – Li bajarê Hekariya li navça Şemzînanê li gundê Korgan (Gulank)ê li mezra Harûna (Güzelkonak) minibusekî ji kontrola ajotvan derket û li dîreka elekltrîkê ya hesin xist.

Tîmên tenduristiyê, UMKE û cendirme çûn ciyê qezayê û her 11 birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxaneyên li Geverê û Şemzînanê.

Hat ragihandin ku li mezra Harûna ku dikeve ser rêya Gever û Şemzînanê, ji her dû terefan de rê hilweşiyaye û heya niha dezgeyên dewletê rê tamîr nekirine. Lewra li wê deverê gelek caran qeza çêdibin.

Parve bike: