TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Semsûr û Mêrdînê 166 mal û 2 tax hatin kerentînekirin

Admin L
Nivîskar
📅 01 îlon 2021 15:59

PeyamaKurd – Li her du parêzgehên Semsûr û Mêrdînê yên Bakurê Kurdistanê, ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Koronayê 166 mal û 2 tax hatin kerentînekirin. Herwiha biryara kerentînekirina hinek navçeyên du parêzgehan hat dayîn.

Li hinek taxên parêzgeha Semsûrê, di çarçoveya tedbîrîn vîrûsa Koronayê de li 166 malan kerentîna hat destpêkirin. Li gor daxuyaniya nivîskî ya Parêzgariya Semsûrê, li navenda bajêr piştî testa hinek welatiyan pozîtîv derketiye, Desteya Tendirustî ya Bajêr, biryarên nû dane. Li gor biryarê, li taxên cuda 166 mal hatin kerentînekirin.

Li navçeya Kerboranê ya ser bi parêzgeha Mêrdînê ve jî, di çarçoveya tedbîrên Koronayê de 2 tax hatin kerentînekirin. Li gor Desteya Tendirustî ya Kerboranê, biryara kerentînayê bi armanca rêgirtin li zêde belavbûna vîrûsê û parastina mesafeya civakî hatiye wergirtin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, hêzên ewlekariyê ketin û derketina ji her du gundên Dîvan (Sumer) û Xelîlan ên Kerboranê qedexe kirine.

Parve bike: