TR KU SO
FB X
Kurdistan

Li Silêmaniyê du medyakar tevî zarokê xwe hatin kustin

📅 17 cotmeh 2019 13:48

PeyamaKurd - Pêşkêşvanê kenala NRTyê Armanc Babanî, hevjîna wî ku ew jî pêşkêşvan bû û zarokê wan rastî êrişekê hatin û di encamê de her sêyan canê xwe ji dest dan.

Rêveberê kenala NRTyê ragihand, “Îşev li nêzikî termînala Şarezûrê li Silêmaniyê, teqe li pêşkêşvanê kenala me Amanc Babanî, hevjîn û zarokê wî hat kirin û hatin terorkirin.”

Rêveberê kenala NRT jî aşkere kir ku termên her sêyan hatine veguhastin bo pîzişkiya dadwerî li Silêmaniyê.

Amanc Babanî pêşkêşvanê bernameya bi navê ‘Bê Sînor’ a kenala NRTyê bû, hevjîna wî Lana Mihemed jî bo maweyê çend salan pêşkêşvanî li televîzyona Kurdistanê kiribû. Zarokê wan ku ew jî bû armanca wê êrişê, temenê wî derdora 2 salan bû.

Hikumeta Herêma Kurdistanê derbarê kuştina rojnamevan Amanc Babanî û hevjîn û zarokê wî daxuyaniyeke da.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin: “Bi kesereke mezin îro (16.10.2019)  rojnamevanê kenala NRT bi navê Armanc Mehemed Nûrî bi navê xwe yên askirî Armanc Baban li gel hevjîna wî, Lane Mehemed û zaroyê wan bi navê Hano kevtine ber bi guleyan û canê xwe ji dest dane. Hikumeta Herêma Kurdistanê di demekê de bi tundî ev karê tawankarî şermezar dike, daxwaz ji dezgehên peywendîdar dike, vekolîna ciddî bikin bo vedîtina tawanbaran û bi siza gehandin wan.”

Parve bike: