Kurdistan
Li Silêmaniyê qaçaxçiyê gumanbar ê têkildarî mirina 3 zarokan hat girtin
PeyamaKurd - Malbatek ji Silêmaniyê dema ku hewl dida derbasî derveyî welat bibe, keştiya wan a belema lastîkî li Tirkiyeyê di çem de wergeriya û di encamê de sê zarokên bi navên Hastiyar, Haryad û Mila jiyana xwe ji dest dan.
Di encama lêpirsînê de, rayedaran qaçaxçiyê gumanbar bi tîpên R. A. M. tespît kirin.
Piştî ku gumanbar vegeriya Herêma Kurdistanê, li ser fermanê Dadwerê Lêpirsînê yê Asayişa Hewlêrê ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin.