Kurdistan
Li Sûrûcê minibusa karkerên demsale wergeriya: 22 karker birîndar bûn
PeyamaKurd – Li bajarê Rihayê li navça Pirsûsê (Suruc) minibusa karkerên demsale yên çandiniyê hildigirt, lastîka wê teqiya û minibus wergeriya. Di encamê de 22 Karkerên demsale yên çandiniyê birîndar bûn.
Qeza, li navça Pirsûsê li gundê Yukarıbostancı qewimî. Ajotvanê minibusê Müslüm Özberk'in (44) dema lastîka minibusa wî teqiya, nema karibû desthilata minibusê bike û minibus wergeriya.
Li ser qezayê îtfaiye, polîs û tîmên tenduristiyê çûn ciyê qezayê. 22 birîndarên ku piraniya wan jin bûn, wan bi ambûlansan birin nexweşxanên Sûrûç, Bîrecûk û Rihayê.
Hat ragihandin ku rewşa birîndaran başe û li ser qezayê lêpirsîn dan destpêkirin.