Li Wanê hevsaredar jî di nav de 18 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Li navçeyên Bazîd Axa û Elbakê yên Wanê di operasyoneke cendirmeyan de 18 kes bi tohmeta endambûna PKK/KCKê hatin binçavkirin ku yek ji wan kesan jî Hevseroka Şaredariya Çaldiranê Leyla Aksak e.
Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Wanê de, li herdu bajarokên Bazîd Axa û Elbakê, hêzên ser bi Fermandariya Cendirmeyan a Bajarê Wanê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girtin.
Di operasyonê de 18 kes bi tohmeta ku peywendiya wan ligel PKK/KCKê heye hatin desteserkirin. Hat ragihandin ku lêpirsîna ligel kesên hatine desteserkirin berdewam e.
Li gor zanyariyan Hevseroka Şaredariya Navçeya Çaldiranê (Elbak) Leyla Atsak jî di nav desteserkiriyan de ye ku bi biryarnameyên di hikmê qanûnê (KHK) de Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) belgeya destbikarbûnê nedabûyê.