Kurdistan
Macron di rêya telefonê de li Nêçîravan Barzanî geriya
PeyamaKurd – Li ser êrîşa ser mala serokê Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî ya li bajarê Duhokê ku bi İHAyê êrîş kiribûn, serokê Fransayê Emmanuel Macron di rêya telefonê de li Nêçîrvan Barzanî geriya û êrîşê bi tundî şermezar kir.
Ragihandina telefonkirdinê ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin. Macron ragihandiye ku wê desteka Fransayê ji bo Herêma Kurdistanê û Iraqê dewam bike.
Macron her weha ji bo êrîşa ser Soranê ku tê de 6 Pêşmerge şehîd ketibûn, taziyeyên xwe ragihand bo Nêçîrvan Barzanî û ji birîndaran re şîfayê xwest.
Serok Barzanî jî bi sedema telefona Macron û desteka wî ya daîmî ya ji bo xelkê Kurdistanê sipasiya wî kir û her weha di axaftina xwe de li ser meseleyên herêmê jî axifîn.