TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mehabad | Rejîma Îranê 3 roj bere xortekî kurd girt û ta niha jî wenda ye

Admin İ
Edîtor
📅 14 sibat 2025 18:27

PeyamaKurd – Rejîma Îranê ji roja sêşemê ve (11.02.2025) li bajarê Mehabadê yê Rojhilatê Kurdistanê, Omîd Feqehsînzade girt û nayê zanîn bê ka ew li kû tê ragirtin.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê ragihand ku hêzên întîzamê (dîsîplîn) ji roja sêşemê ve (11.02.2025) ve xortê kurd, Omîd Feqehsînzade yê ji gundê Qûmqelayê yê bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê girtiye û nayê zanîn bê ka ew li kû tê ragirtin.

Hengaw diyar dike ku her çendî malbata vî xortê kurd hewl daye jî sazî û çekdarên rejîmê, di heqê wî de tu agahî bi wan re par ve nekirine û her weha nedane zanîn jî bê ka ew bi çi tohmetê girtine.

Hengaw bi jêderên xwe li ser Omîd Feqehsînzade dibêje ku ew zewicî û bavê zarokekê ye.

 

Parve bike: