Kurdistan
Meleyê ku destdirêjiya zaroka 9 salî kiribû hat girtin
PeyamaKurd – Li bajarê Wanê navçeya Westanê derket holê ku meleyekî 21ê Tîrmeha borî destdirêjiya zarokeke 9 salî kiriye.
Hat zanîn ku meleyê bi nav T.B ku li taxa Aladuz a navçeya Westanê 6 sal in meletî dikir, 21ê Tîrmehê destdirêjiya zarokeke 9 salî kiriye.
Zaroka destdirêjî lê hatiye kirin piştî ku bûyerê ji xizmên xwe re dibêje destdirêjiya mele derdikeve holê.
Hat diyarkirin ku ew mele li ser giliyê malbatê hatiye girtin û ew şandine girtîgehê.