TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî û Antti Putkonen li ser mijarên rojevê axivîn

Admin H
Nivîskar
📅 11 cotmeh 2026 17:17

PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Balyozê Fînlendayê li Iraqê Antti Putkonen îro Yekşemê civiyan.

Di civînê de herdu aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêdiviya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wek pêngava yekem a pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê li hev guhertin.

Li gorî daxuyaniya malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de her du aliyan tekez li ser giringiya xurtkirina peywendiyên Herêma Kurdistanê û Fînlendayê kir.

Herwiha dîtin û nerînên xwe li ser pêdivîtiya çalakkirina Parlamentoya Kurdistanê wek pêngava yekê ya pêkanîna kabîneya nû ya hikûmetê li hev guhertin.

Çareserkirina arîşeyên Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal û giringiya rêzgirtina li mafên destûrî û darayî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî pişka budceya Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya 2027ê de li gorî rêjeya %14 ya xwecihên Herêma Kurdistanê, ku encama fermî ya pejirandî ya serhejmariya 2024ê ye, tewerekî dî yê nîqaşên navbera wan bû.

Parve bike: