TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi Maresal Sampson re civiya: Kurdistan li herêmê faktora aramiyê ye

Admin H
Nivîskar
📅 08 mijdar 2021 19:58

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 8ê Mihdara 2021ê pêşwazî li Şêwermendê herî Bilind ê Leşkerî yê Brîtanyayê ji bo Karûbarê Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê Mareşal Sammy Sampson kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanya li Herêma Kurdistanê David Hunt amade bû, rewşa giştî ya Iraqê piştî hilbijartinên Encûmena Nûneran û pêwendiyên dualî hatin guftûgokirin.

Her du aliyan êrîşa terorîstî ya li ser cihê rûniştina Serokwezîrê Iraqa Federalî bi tundî şermezar kirin û piştevaniya xwe ji bo parastina aramiya rewşa Iraqê û ezmûna demokrasiyê dubare kirin.

Şêwirmendê Leşkerî yê Brîtanî amaje bi girîngiya pêgeha girîng a Herêma Kurdistanê wek faktoreke aramiyê li navçeyê kir û pabendbûna welatê xwe ji bo berdewamiya piştevaniya li Herêma Kurdistanê û bi taybet Pêşmerge di rûbirûbûna terorê de nîşan da.

Serokwezîrê Hêrêma Kurdistanê spasiya piştevaniya berdewam a Brîtanya û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî kir û tekezî li girîngiya parastina aramiyê û pêşxistina proseya siyasî ya Iraqê bi riya pêkanîna hikûmeteke giştgir kir ku xizmeta hemû pêkhateyên cuda yên Iraqê bike.

Parve bike: