TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bi sandeka Parlementoya Almanyayê re civiya

📅 15 sibat 2020 19:21

PeyamaKurd -  Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi şandeka Parlementoya Almanya re civiya.

Di çarçoveya 56emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê ya 2020an de, Mesrûr Barzanî bi şandeka parlementoya Almanya re hevdîtin kir ku ji sê parlementerên Partiya Sosyal Demokrat pêk hatibû.

Di civînê de parlementerên Almanya behsa rola girîng ya Herêma Kurdistanê kirin di aramiya Iraq û Rojhilata Navîn de û teqezî li ser girîngiya berdewambûna alîkarî û perwerdekirina hêzên Pêşmerge kirin di şerê DAIŞê de.

Positive meeting with @NilsSchmid and the German SPD Parliamentary Group to discuss Germany's ongoing on-the-ground support for our Peshmerga and how we can improve bilateral trade links. @spdde#MSC2020 pic.twitter.com/4hDHSvH5wv

— Masrour Barzani (@masrour_barzani) February 15, 2020

Serokê hikûmeta Kurdistanê Mesrûr Barzanî jî spasiya Almanyayê kir ji ber alîkariyên ku Almanya dide Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge û behsa karnameya kabîneya nehem ya hikûmetê jî kir bi taybet di warê vejandina aborî û çavkaniyên dahat û pêşxistina berhemanînê.


Mesrûr Barzanî: Pêwendiya xurt a Hewlêr û Washingtonê ji bo parastina herêmê girîng e

Parve bike: