Mesrûr Barzanî bi wezîra bergiriya Hollandayê bi Dilan Yeşilgöz re axifî
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de ragihand ku ew bi wezîra bergiriya Hollandayê bi Dilan Yeşilgöz-Zegerius re di rêya telefonê de axifiye. Barzanî di ser hesabê xwe de weha got:
“Ez û bi wezîra bergiriyê ya Hollandayê Dilan Yeşilgöz-Zegerius re li ser pêşdeçûnên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê û Iraqê, di rêya telefonê de axifîm.
Me her dû jî êrîşên ser hêzên Pêşmerge û Herêma Kurdistanê şermezar kir û me behsa endîşeyên xwe yên li ser dijberiyan yên di herêmê de anî ziman.
Me behsa girîngiya xwurtkirina pêwendiyên navbera her dû welatan kir û min behsa teqdîra têkiliyên dûr û dirêj yên di ewlehiyê û geşepêdana aboriyê de, yên navbera Kurdistanê û Hollandayê bilind nirxand.
Wezîra bergiriyê ya Hollandayê Dilan Yeşilgöz-Zegerius jî di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de peyamekî belav kir û di derbarê axaftina xwe û serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir û di peyama xwe de weha got:
“Ez bi serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi Mesrûr Barzanî re axifîm. Êrîşên Îranê û grûbên mîlîs yên bi ser Îranê, derbê li îstîqrarê dixe û rewşekî bêewle diafirîne. Pêwiste daxistina asta gengeşeyê ya herêmê bibe. Ev ji bo ewlehiya me jî girîng e.”