TR KU SO
FB X
Kurdistan

Mesrûr Barzanî bo Nêçîrvan Barzanî peyamek wesand...

Admin H
Nivîskar
📅 10 hezîran 2019 21:48

PeyamaKurd – Namzetê Serokwezîriya Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema sondxwarina destbikarkirina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî peyameke pîrozkirinê belav kir û piştgiriya xwe diyar kir.

Mesrûr Barzanî got, “Hêvîdarim ev erkê pîroz bi baştirîn şêwe birêve bibî û di bin rêberatiya Serok Barzanî de bikarin bi hev re Kurdistaneke bihêz û binecî ava bikin.”

Peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

Bi boneya destbikabûna serokê Herêma Kurdistanê, pîrozbahîyeka gerim li birayê xwe yê rêzdar kak Nêçîrvan Barzanî dikim û hêvîdarim ev erekê pîroz bi baştirîn şêwe birêvey bibe û li jêr raberînîya serok Barzanî bikarîn bi hev re Kurdistaneka bi hêz ava bikîn û di xizmeta berjewendîyên bilind ên gel û welat şîyanên xwe  yekbixiîn û ber bi pêşve pêngavan bi havêjîn.

Hêvîya min serkevtina we ye û tim di piştîvanî û hevkarîyê berdewam dibîn. 

Mesrûr Barzanî

10/6/2019

Parve bike: