Mesrûr Barzanî di 38emîn salvegera Enfala Badînanê de peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di 38emîn salvegera operasyonên jenosîda Enfala Badînanê de peyameke xemgîn belav kir û bi rêz û hûrmet qurbaniyên vê tawana hov bibîr anîn.
Mesrûr Barzanî destnîşan kir ku di vê qonaxa dawî ya Enfalê de ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve bi hezaran mirovên bêguneh ên ji pêkhateyên cuda yên devera Behdînanê hatin şehîdkirin û bêserûşûnkirin, sedsalan gund û zozan hatin wêrankirin û dehhezaran kes koçber bûn.
Serokê Hikûmetê di peyama xwe de tekez kir ku divê Hikûmeta Federal a Îraqê li gorî erkên xwe yên destûrî qerebûya hemû kesûkarên qurbaniyên jenosîda Enfalê, kîmyabaranê û hemû sûcên rejîma berê bike.
Her wiha Mesrûr Barzanî dubare kir ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî wek her dem pabend e bi xizmetkirin û piştgirîkirina zêdetir a malbatên şehîdan û enfalkiriyan.