Kurdistan
Mesrûr Barzanî ji ber wefata Kemal Şakir peyamek belav kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji ber koça dawî ya sekreterê berê yê Partiya Komunîst a Kurdistanê û wezîrê berê yê tenduristiyê Kemal Şakir peyamek sersaxiyê weşand.
Serokwezîr di peyama xwe de sersaxî li malbat, kesûkar û hevalên rehmetî kir û got: "Ez hevparê xemgîniya wan im.
Xwedayê mezin giyanê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide malbata wî."