Mesrûr Barzanî pêşwazî li Holly Tîar kir: Yekxistina Pêşmerge hate pîrozkirin
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Masrûr Barzanî îro 13ê Îlonê pêşwazî li Konsula Giştî ya Nû ya Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê Holly Tîar kir.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî pîrozkirina destpêkirina kar li wê, hemû piştevaniya xwe bo wê piştrast kir û tekezî li ser girîngiya bihêztirakirina peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Brîtanyayê kir.
Konsula Giştî ya Brîtanyayê jî ji aliyê xwe ve kêfxweşiya xwe bi destpêkirina karê xwe li Herêma Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe bo zêdetir pêşvebirina peywendiyên dualî di warên cihêreng de tekez kir.
Di beşeke din a civînê de, çaksaziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hemû kertan de hatin nîqaşkirin. Konsula Giştî ya Brîtanyayê yekkirina Hêzên Pêşmergeyan û serkeftina çaksaziyên Wezareta Pêşmerge li Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pîroz kirin.