Kurdistan
Mesrûr Barzanî prensesekî Îmaratê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji welatê Îmaratan prens Şêx Xelîfe bin Tahnûn Al Nahyan qebûl kir û pê re hevdîtin kir.
Di hevdîtinê de balyozê Hewlêrê yê Îmaratan Ahmed el-Zahiri jî amade bû. Di hevdîtinê de behsa têkiliyên xwurt yên heyî dê çeawa xwurttir bikin, kirin. Di civînê de behsa girîngiya xwurtkirina koordînasyonê û hevkariyên di sehayên cuda de hat kirin.