Mesrûr Barzanî û Balyozê Tirkiyeyê civiyan
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro li Hewlêrê, Balyozê Nû yê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anıl Bora İnan qebûl kir. Di vê hevdîtina dîplomatîk de ku Konsolosê Giştî yê Tirkiyeyê yê Hewlêrê Erman Topçu jî tê de amade bû, tekezî li ser pêşxistina pêwendiyên dualî û bi taybetî bilindkirina asta liv û tevgera bazirganî ya navbera her du aliyan hat kirin.
Di civînê de bal hat kişandin ser serdana giring û serkeftî ya Serokwezîr Barzanî ya meha borî ya ji bo Tirkiyeyê û hevdîtinên wî yên ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan; her weha aliyan li ser rewşa giştî ya Iraqê û girîngiya piştgirîkirina hikûmeta nû ya federal ji bo çareserkirina pirsgirêkên heyî dîtin û ramanên xwe pevguhartin.
Dosyaya enerjiyê û hinardekirina petrolê ya di ser bendera Ceyhanê re
Mijara herî krîtîk a vê hevdîtinê, geşepêdana sektora enerjiyê û parastina bîlançoya aborî bû. Serokwezîr Barzanî û Balyoz İnan li ser giringiya berdewambûna hinardekirina petrola Iraq û Herêma Kurdistanê ya di ser Bendera Ceyhanê ya Tirkiyeyê re gotûbêj kirin.
Di civînê de hat destnîşankirin ku ji bo zêdekirina hilberîna petrolê, pêşxistina dahatên giştî û bi vî rengî başkirina rewşa darayî ya Iraqê, pêwîstî bi xebat û hevkariyeke hevpar a di navbera Hewlêr, Bexda û Enkarayê de heye daku jîngeheke bi aram ji bo projeyên enerjiyê yên li herêmê bên avakirin.