Mesrur Barzanî û Jan Jambon bi Telefonê Axivîn: Tekezî li ser Ewlehiya Herêmê Hat Kirin
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî, îro pêwendiyeke telefonî ligel Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Darayî yê Belçîkayê Jan Jambon encam da. Di vê peywendiyê de her du aliyan li ser pêşxistina peywendiyên dualî û rewşa dawî ya Iraq û herêmê gotûbêj kirin.
Serokwezîr Mesrur Barzanî ji bo piştevaniya Belçîka û welatên Ewropayê ya di şerê dijî DAIŞê de spasî kir. Barzanî tekez kir ku ev hevkarî di parastina herêmê û têkbirina terorê de xwedî roleke mezin e. Her du alî hevaheng bûn ku ji bo parastina destkeftiyan, divê hevahengiya navdewletî berdewam bike.
Cîgirê Serokwezîrê Belçîkayê Jan Jambon diyar kir ku welatê wî giringiyeke mezin dide aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê. Jambon piştrast kir ku Belçîka dê di piştgirîkirina aramî û geşepêdana aborî ya Kurdistanê de berdewam be.
Di çarçoveya peywendiyê de, her du aliyan bal kişandin ser geşedanên siyasî û leşkerî yên li Rojhilata Navîn. Aliyan li ser giringiya parastina aştiyê û kêmkirina rageşiyên li herêmê li hev kirin, daku ev bibe bingehek ji bo pêşketinên aborî û civakî.