Kurdistan
Mesrûr Barzanî û Samerayî çareseriya pirsgirêkan gotûbêj kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Şêwirmendê Taybet ê Serokwezîrê Iraq Federal Bekir Samerayî îro 21ê Gulanê li paytex Hewlêrê civiyan.
Malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser naveroka hevdîtinê ragihand ku di di civînê de tekezî li ser girîngiya pêşxistina hevahengiyê di navbera hikûmetên Herêma Kurdistanê û federal de hat kirin, ji bo çareserkirina arêşeyên hilawistî yên di navbera her du aliyan de li ser bingeha bendên destûra Iraqê.
Di beşeke din civînê de, her du aliyan danûstandin li ser amadekariyên serdaneke fermî ya ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî bo Bexdayê kirin.