TR KU SO
FB X
Kurdistan

MSD ji bo rêkeftineke nû ji Hewlêrê alîkarî xwest

Admin S
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2019 18:54

PeyamaKurd –  Hevserokê Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyaz Dirara daxwaz kir ku Herêma Kurdistanê dikare aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî bike û rêkeftineke nû di navbera wan de ji bo rojhilatê Firatê pêk bîne.

Hevserokê MSDê Riyaz Dirar got: “Herêma Kurdistanê dostê me ye û pêwendiyên baş di navbera me de hene. Herêma Kurdistanê dikare aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hev bike.”

Dirar ji televizyona K24ê re diyar kir ku ‘Piştî rêkeftina Hewlêrê, rewşa siyasî li Rojava baş bûbû’ û got, “Ew alî niha jî dikarin bi serperiştiya Herêma Kurdistanê rêkeftineke baş derbarê rojhilatê Firatê de bikin û ev yek dikare encamên baş di çarçoveya çareseriya Sûrî – Sûrî de bi xwe re bîne.”

Hêjayî gotinê ye piştî biryara Amerîkayê ya vekişîna ji Rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê, metirsiya êrîşên Tirkiyê li ser herêmê zêde bûye ku niha şandeke bi seroktiya Hevseroka MSDê Îlham Ehmed jî ji bo mijarên parastin û ewlekariya Rojava li Washingtonê danûstandinan dike.

Parve bike: