TR KU SO
FB X
Kurdistan

Namzêden wezîrtiyê yên PDKê yên kabîna Bexdayê diyar bûn

Admin M
Nivîskar
📅 10 cotmeh 2026 13:50

PeyamaKurd – Li Iraqê terefên siyasî li ser wezîrên kabîna nû li hev kirin. Wezîrên ku serokwezîr Ali Falih Zeydi destnîşan kiriye, dê roja Duşemê di parlementoyê de bê peşkeş kirin û li kabînê 3 wezîran zêde kirin.

Parlementere Partiya Demokrata Kurdistanê yê Bexdayê Şerwan Duberdani ragihand ku namzedên partiyê diyar bûne. Li gor wê; dê cîgirê serkwezîr Bengîn Rêkanî be û wezîrê îmar û îskanê Rêbaz Hemlan be.

Serokwezîr Zeydî wê nasnama wezîran roja Duşemê bide parlementoyê û dengdana baweriyê dê di 12ê Cotmehê de be.

Li gor li hevkirina siyasî kesên navên wan dertên pêşiyê ev in:

*Di eniya Şîayan de ji bo wezrê karên navxwe Yasir Suheyl, ji bo wezîrê xwendina bilind Haydar Beha, ji bo wezîrê xebatê Muhammed Musevi, ji bo wezareta ciwan û werzişê Safa Kinani namzed hatin nîşan dan.

*Di eniya Sunniyan de: Cîgirê serokwezîr Muhammed Temim, wezareta bergiriyê Ali Araci, wezareta plandananê Ali Nuaymi, ji bo wezareta rewşenbiriyê Zeyd Ali hat nîşan dan.

*Turkmen û pêkhateyên din: Seroke Cepha Turkmenan ji bo wezareta dewletê, serokê ITCê ku hem parêzgerê Kerkûkê ye Muhammed Seman hat nîşan dan. Ji bo wezareta koçê û koçberan ji bo li hev bikin xebat dewam dike.

Ji wezaretên nû ji bo wezareta bîra çêkirî, wezareta geştiyariyê û wezareta dewletê, dê sê wezaretên navborî bên avakirin. Ji bo wezareta bîra çêkirî Muhammed Sahib Derraci, ji bo ya geştiyariyê Ali Dahili namzed nîşan dan.

Parve bike: