TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî bo Washingtonê hat dawetkirin

Admin M
Nivîskar
📅 23 rêbendan 2020 04:17

PeyamaKurd- Şêwirmendê serokatiya herêma Kurdistanê Newzad Hadî bo ajansa BasNewsê ragihandiye ku herêma Kurdistane tenha herêmê ku hatiye vexwendin bo Davosê bo tevlîbûna Forma Abdorî ya Dinyayê. Newzad Hadî her weha got ku serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di heman demê de hat vexwendin bo Washingtonê.

Herêma Kurdistanê her sal tê dawetkirin bo Davosê û ev jî nişana girîngiya herêma Kurdistanê ye li seranserê dinyayê. Welatên ku beşdarê Davosê dibin, ew welat di asta dewletên cîhanê de ne û Kurdistan yek ji wan e.

Newzad Hadî dibêje ku serokê Amerîkayê Donald Trump Nêçîrvan Barzanî û Berhem Salihê serokê Iraqê ji hev cuda dawetî hevdîtinê kiriye û ev nîşan dide ku Kurdistan di asta cîhanê de xwediyê piştevaniyeka bi hêz e.

Parve bike: