TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî: Divê çek tenê di destê dewletê de be

Admin H
Nivîskar
📅 13 tebax 2026 21:12

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di bernameya El-Muwaceheya televîzyona Şerqiyeyê de bersiva pirsên girêdayî rewşa Iraqê û Herêma Kurdistanê da.

Barzanî hişyarî da ku eger pirsgirêka komên çekdar neyê çareserkirin, Iraq dê rûbirûyî îzolasyoneke navneteweyî û herêmî bibe. Barzanî tekez kir ku divê çek tenê di destê dewletê de be û ev yek ji bo berjewendiya hemû Iraqiyan e.

Di berdewamiya axaftina xwe de Barzanî diyar kir ku di serdana xwe ya Tehranê de berpirsên Îranî jê re ragihandine ku ew amade ne alîkariya Serokwezîr Elî Zeydî bikin ji bo komkirina çekan.

Her wiha behsa gefên li ser Herêma Kurdistanê, Peymana Şingalê, hevahengiya bi Bexdayê re û aloziyên aborî kir û destnîşan kir ku divê hemû pirsgirêk bi rêya diyalogê û di çarçoveya destûrê de werin çareserkirin.

Parve bike: