TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî ji bo piştgirî û hevkariyê spasiya Almanyayê kir

Admin H
Nivîskar
📅 04 tebax 2026 20:03

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 4ê Tebaxê ji ber bidawîhatina erkê wî wekî Konsulê Giştî yê Almanyayê li Herêma Kurdistanê, pêşwazî li Albrecht von Wittke kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, di hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û hevkariyiyên berdewam ên Almanyayê ji bo Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê herwiha spasiya Albrecht von Wittke ji ber rola wî ya pêşxistina peywendiyên her du aliyan di dema erkê xwe de kir û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwest.

Konsulê Giştî yê Almanyayê jî ji aliyê xwe ve spasî û rêzên xwe pêşkêşî Serok Nêçîrvan Barzanî û aliyên peywendîdar ên Herêma Kurdistanê kirin, ji ber wê hevkarî û piştgiriya ku di dema erkê wî de pêşkêşî wî kirine.

Wittke daxwaza welatê xwe ya ji bo bihêzkirina peywendiyan û hevkariya ligel Herêma Kurdistanê jî anî ziman.

Parve bike: