TR KU SO
FB X
Kurdistan

Nêçîrvan Barzanî sersaxî da Leyla Zana û malbata Mehdî Zana

Admin H
Nivîskar
📅 29 tebax 2026 21:38

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo koça dawî ya siyasetmedarê naskirî yê Kurd Mehdî Zana peyameke sersaxiyê belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de serxweşî li hevjîna wî Leyla Zana, hemû malbat, kesûkar û hevalên wî kir û xemgîniya xwe ya kûr anî ziman.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku Xwedêjêrazî Mehdî Zana yek ji kesayetiyên diyar ên karwanê xebata siyasî ya Kurd li Tirkiyeyê bû û bal kişand ku wî salên dûr û dirêj ji temenê xwe ji bo parastina mafên gelê xwe derbas kirine û di vê rêyê de gelek kef daye.

Serokê Herêma Kurdistanê gpt ku ew hevparê xema malbatê ne û ji Xwedayê mezin daxwaz kir ku canê wî bi dilovaniya xwe şa bike û sebrê bide hemû nêzîkên wî.

Parve bike: