Nêçîrvan Barzanî û Ehmed Şera li Antalyayê civiyan: Pêwîste mafên Kurdan di destûra Sûriyê de bên misogerkirin
PeyamaKurd - Di çarçoveya 31emîn Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) de ku li bajarê Antalyayê yê Tirkiyeyê tê lidarxistin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Serokê Sûriyê Ehmed Şera re civiya. Di civînê de mafên Kurdan û pêşvebirina pêwendiyên dualî hatin axaftin.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî di civînê de tekezî li ser girîngiya parastina mafên Kurdan li Sûriyê û misogerkirina wan di nava destûra nû ya Sûriyê de kir.
Her du aliyan her wiha pêwendiyên Sûriyê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re, rêyên zêdekirina hevahengiyê û girîngiya çareserkirina pirsgirêkan bi rêyên aştiyane û dîplomatîk gotûbêj kirin.
Di dawiya civînê de, Nêçîrvan Barzanî banga serdanê li Ehmed Şera kir daku di demeke nêzîk de serdana Hewlêr û Bexdayê bike.