TR KU SO
FB X
Kurdistan

Neviyê Nelson Mandela serdana Helebce kir

Admin H
Nivîskar
📅 03 adar 2023 00:00

PeyamaKurd – Neviyê yekem serokê reşik ê efsaneyî yê Afrîkaya Başûr,  Dr. Siyabulela Mandela serdana bajarê Helebce yê Kurdistanê kir ku rûbirûyî kîmyabarana rejîma Beas a Iraqê mabû.

Piştî serdana monmenta şehîdan qeymeqamê Helebceyê Nûxşe Nasih û Dr. Mandela derketin pêş rojnamevanan.

Nuxşe Nasih got: “Em bixêrhatina Dr Mandela dikin. Neviyê Serok Mandela ye. Hemû kes dizanin ku Serok Mandela bûye sembola azadî û serbixwebûna mafê mirovan.”

Nasih diyar kir: “Em şanaziyê bi wê yekê dikin ku neviyê Mandela îro serdana Helebceyê kir daku êş û azarên parêzgeha Helebce û malbatên şehîdan fam bike.”

Parve bike: