TR KU SO
FB X
Kurdistan

Otomobîl çû nav zeviyê û wergeriya: 1 mirî û 3 birîndar

Admin M
Nivîskar
📅 28 tîrmeh 2021 00:55

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li ser rêya Semsûr û Rihayê otomobîla ku Halit Yöyen dajot ji kontrola wî derket, li refûjê ket û çû nava erd. Otomobîl di nav erd de wergeriya û ajotvan Halit Yöyen (31) wefat kir. Zarokekî û du kesên din jî birîndar bûn.

Piştî tîmên tenduristiyê çûn ciyê bûyerê kontrola cenaze kirin wî birin morgê. Birîndar Ceylan Bulut (42), Eda Hizmetçi (22) û Çiğdem Yöyen (2) birin nexweşxana perwerdê û lêkolînê ya Semsûrê (Adıyaman).

Hat ragihandin rewşa birîndaran başe.

Parve bike: