TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlamentoya Kurdistanê li ser daxwaza PDKê dicive

Admin H
Nivîskar
📅 26 tîrmeh 2020 12:50

PeyamaKurd - Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro 16ê Tîrmehê roja Yekşemê li ser daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dicive.

Hat ragihandin ku rûniştina roja Yekşemê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê yekalî bûye û îro dicive, lê belê dibe ku hin fraksiyonên parlamenê beşdariyê nekin.

Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz ji fraksyonên din kiriye ku di civîna îro ya parlamenê de amade bin û gotûbêjên cidî ligel hikûmetê bikin ku rûniştina îro bi amadebûna piraniyan tê kirin.

Heta niha fraksyonên Tevgera Goran, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî biryara dawî derbarê beşdarbûna rûniştina roja Yekşemê ya nedane ku çav li rê ye beriya civînê biryara xwe bidin.

Berî niha Parlamentoya Kurdistanê derbarê “krîza darayî, mûçeyê fermanberan û danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê” bi nivîsarekê daxwaz ji Encûmena Wezîran kiribû ku wezîrên girêdayî wan mijaran bo parlamentoyê bên vexwendin, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran jî bersiva parlamentoyê da û biryar e her yek ji wezîrên Darayî û Aborî, Plandanîn, Wezîrê Herêmê bo Karûbarê Danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ligel Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û Sekreterê Encûmena Wezîran di rûniştinê de amade bin.

Herwiha tê çaverêkirin di civîna îro de, proje-yasaya li stogirtina fermanberan, pêşniyara yasaya birêvebirin û parastina şûnwar û rêkxistina medya elektronî, ligel dengdana li ser nameya destjikarkişandina Parlamenterê Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer jî werin rojeva civînê.

Parve bike: