TR KU SO
FB X
Kurdistan

Partiya Komunîst a Sûriyê ala Tirkiyê sewitand

📅 11 îlon 2019 12:41

PeyamaKurd - Partiya Komunîst a Sûrî li bajarê Qamişlo çalakiyeke protestokirinê li dijî pêkanîna 'herêma ewle' pêk anî ku biryar e li ser sînorê di navbera Rojava û bakurê Sûriyê de bê avakirin. Herwiha di çalakiyê ala herdu welatan Tirkiye û Amerîkayê hatin şewitandin.

Hejmarek ji serkirde û endamên Partiya Komunîst a Sûriyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê kom bûn û avakirina 'herêma ewle' şermezar kirin.

Di mêtîngeke de Sekreterê Rêxistina Partiya komunîst axaftinek pêşkêş kir û tê de bi tundî êrîşî siyaseta Amerîka û hevkariya wê ligel Tirkiyê kir.

Herwiha Beşdaran alên herdu welatên Amerîka û Tirkiyê şewitandin.

Partiya Komunîst a Sûrî li beşeke ji Eniya Niştimanî ye ku ji bilî partiya el Beis a desthilatdar çend partiyên din jî di nav de cih digirin.

 

Parve bike: