TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdaran gule bi ser kolberade barandin, kolberekê jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd
Edîtor
📅 30 mijdar 2018 00:54

PeyamaKurd - Supay pasdaran gule bi ser kolberan de barand û kolberekê jiyana xwe ji dest da.

Supay pasdaran li biryargeha Malteya girêdayî şaristana Bane ya Rojhilatê Kurdistan, gule li kolberan reşandin.

Ji ber guleyên rastewxwe , kolberekê jiyana xwe ji dest da.

Hadî selîmî ku kolbere û temenê wi 30 sale, jiyana xwe ji dest da.

Hadî kurê Ehmed û bavê du zarokên biçûke.

Di dema Hadî jiyana xwe ji dest dayî de , du kolberên dinjî birîndar bûn.

Cenazê Hadî Selîmî birine morga bajarê Bane.

Supa û îtlaat ji tirsa nerazîbûnên xelk, li derdura nexweşxaneyê hatine bicî kirin.

Parve bike: