PJAK, nasnama çekdarên xwe yên li Mahabadê can dabûn ragihand
PeyamaKurd - Partiya Jiyana Azad (PJAK) baskê wê yê leşkerî Yekîneyên Parastina Rojhilat (YRK), nasnama 4 çekdarên xwe yên di 26ê Hezîranê de di şerê bi artêşa Îranê de li Mahabadê can dabûn ragihand.
YRK, di daxwuyaniya xwe de got ku rejîma Îranê zora li ser xelkê Îranê zêde kiriye û pêvajoya Mahabadê jî perçeyekî ji pêvajoyê ye. PJAK di daxwuyaniyê de got:
“Rejîma Îranê ne tenê êrîşê hêzên me dike. Zora li ser miletê jî zêde dike. Bi van êrîşan dixwaze têkçûna xwe veşêre û xwe serkeftî nîşan bide.”
YRK, nasnama 4 çekdarên xwe weha ragihand: Fermandara tîmê bi navê kod Arjîn Garzan bi navê rastî Zarîn Akbaş, di sala 1995an de li Bedlîsê li navça Tetwanê hatiye dinyayê.
Bi navê kod Cîhan Sîrwan, bi navê rastîn Perestû Sefayî Pur, ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Merîwanê ye.
Bi navê kod Şahan Gabar bi navê rastîn Resûl Yêgane ji Rohilatê Kurdistanê ji bajarê Xoyê ye.
Bi navê kod Bawer Cûdî bi navê rastîn Halil Çîçek, di sala 1992an de li bajarê Mûşê hatiye dinyayê.