TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê 3 Kurdên din jî darve kir

Mustafa Turan
Nivîskar
📅 13 berfanbar 2023 20:24

Peyama Kurd – Hate ragihandin ku Rejîma Îranê 3 girtiyên din ên kurd ên li girtîgeha navendî ya Kerec a Îranê darve kirîye.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, 3 girtiyên Kurd ên li girtîgeha navendî ya Kerec a Îranê ku li ser navê gelê Rojhilatê Kurdistanê hatine tomarkirin, hatine darvekirin.

Jêderên agahdar ên ji Rojhelatê Kurdistanê dane zanîn ku 3 girtiyên Kurd ên ku duh hatine darvekirin Emîn Zaker Kakewend (Hersîn-Kirmaşan), Rehîm Emîrî (Hersîn-Kirmaşan) û Celîl Haciawayî (Kengewar-Kirmaşan) ne.

Jêderan ragihand ku Rejîma Îranê ji ber tohmeta “bazirganiya madeyên hişber” cezayê darvekirinê li van Kurdên rojhelatî kirîye ku hatine darvekirin ê hatibû birîn, pêk hat.

Rejîma Îranê, pêncşema borî jî 2 girtiyên din ên Kurd yên bi navên Mocitebe Emîrî û Menûçehr Berizger ku ji bajarê Hersîn a Parêzgeha Kirmaşanê bûn li girtîgeha navendî ya Kerecê bi tometa “bazirganiya madeyên hişber” darve kiribûn.

Rejîma Mellayan, hefteya borî herwiha girtiyên bi navê Sîrûs Heyderî, Xalid Rohî û Kemal Îlhamî yên ji Sine û 6 girtiyên bi navên Elî Şahîn Nejad, Solet Tosen û Can Elî Nedîmî yên Urmiyeyê jî darve kiribûn.

Li gorî daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, sala çûyî 582 kes ji alî Rejîma Îranê ve hatine darvekirin. Rejîmê di sala 2021ê de jî 331 kesan darve kiribû ku piraniya van kesan Kurd in.

Parve bike: