Sancar: Em ê hevkariya herî mezin ya demokrasiyê ava bikin
PeyamaKurd – Hevserokê HDP ê yê giştî Mithat Sancar û hevalên xwe yên weka parlementer Feleknas Uca, Musa Farisoğulları, Sezai Temelli û Dersim Dağ li Amedê li meydana îstasyonê mîtîngekî çêkirin. Di mîtîngê de Mithat Sancar axifî û weha got:
“Bêkarî serê xwe hilaniye û diçe. Em ê bi temamê baweriyan, bi temamê xelkê vî welatî re, bi temamê karkeran re werin cem hev. Em ê hevkariya herî mezin ya demokrasiyê ava bikin. Em ê ber li planên kaosê bigrin. Me soz daye û qeweta me ji bo vêya têr dike.
Ev muxalefet nikare bi vêya re bi neteweperestiyê serî derê. Wê kî bişkêne? Wekheviya gelan, yên pêkvejiyana bi hevre diparêzin, yên jiyanê diparêzin, em û hun em ê vê tengaviya nêrînê bişkênin. Hun ê bibînin wê ev desthilat di hilbijartinan de here. Em ê ne tenê desthilatê bişînin. Diyariya me ya herî mezin ku em karibin bidin gel, çêkirina aştiyê ye. Em ji bo temamê gelek soza aştiyê didin.”