TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seferên asmanî yên Hewlêr û Dîlokê 15ê Gulanê dest pê dikin

Admin H
Nivîskar
📅 06 nîsan 2021 18:20

PeyamaKurd – Hat ragihandin, di navbera bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ku navendeke bazirganî ye û paytexta Herêma Kutrdistanê Hewlêrê de, seferên asmanî destpê dikin.

Parêzgariya bajarê Dîlokê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, roja 15ê Gulana 2021ê geştên asmanî yên di navbera Dîlok û Hewlêrê de destpê dikin.

Parêzgariyê herwiha da zanîn ku wê her hefte balafir rabin û sefer bêne kirin.

Parve bike: